Silêmanî.. Ji bo zindîkirina nerîtên kurdewarî Festîvala Danûkan hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta vejandina çand û nerîtên kurdewarî yên resen, li bajarê Silêmaniyê "Festîvala Dexl û Danê" bi amadebûna hejmareke mezin a welatiyan birêve çû. Di festîvalê de, xwarina kevnar a Kurdî "Danûk" li ser agir hat çêkirin û pêşkêşî amadebûyan hat kirin.

Danûk, ku yek ji xwarinên Kurdewarî yên kevnar e, ji genimê kelandî tê çêkirin. Ev xwarin ne tenê wek xwarinekê, lê wek beşek ji kevneşopiyên civakî tê dîtin, ku berê malbat û cîran li dora çêkirina wê kom dibûn û peywendiyên xwe xurtir dikirin.

Tavan Cemal ku yek ji rêveberên festîvalê ye ji K24ê re diyar kir, armanca sereke ya vê çalakiyê zindîkirina çand û kevneşopiyên Silêmaniyê û nasandina wan bi nifşê nû ye. 

Herwiha got: "Armanca me ew e ku em çand û nerîtên xwe yên resen, bi taybetî xwarinên wekî Danûkê, ji nifşê nû re bidin nasîn. Mixabin, gelek ji ciwanên me nizanin danûk çi ye. Me xwest em wan bîranînên zarokatiyê vejînin, ku malbat li dora hev kom dibûn û ev xwarin bi hev re amade dikirin."

Di festîvalê de, ji bilî pêşkêşkirina xwarinê, awayê çêkirina savar û danûkê jî ji mêvanan re hat nîşandan. Şênê Kemal, yek ji beşdarên festîvalê, behsa proseya amadekirina savarê kir û got: "Me genim dikeland, paşê hişk dikir û dikuta. Ev kar bi komî û bi alîkariya malbat û cîranan dihate kirin û bîranînên wê pir xweş in."

Festîval bi cilûbergên Kurdî, muzîk û govendê hat xemilandin û bû derfetek ji bo welatiyan ku hem xwarinên kevnar biceribînin, hem jî kevneşopiyên xwe yên civakî yên berê bi bîr bînin.