HSD hişyarî dide Şamê: Heke liv û tevger bidomin, em ê bersivê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê liv û tevgera hêzên hikûmeta Sûriyeyê li derdora bajarokê Dêr Hafir û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de daxuyaniyeke tund da. HSD'ê ragihand, heke ev tevgerên ku agirbestê binpê dikin bidomin, ew ê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.

Li gorî daxuyaniya HSD'ê, ev çend roj in hin komên ser bi hikûmeta Şamê ve li derdora bajarokê Dêr Hafir "hewl didin agirbestê têk bibin." Herwiha, li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî liv û tevgerên wan zêde bûne û "dronan li ser ezmanên herdu taxan digerînin."

HSD'ê destnîşan kir, ev kiryar, peymana di navbera Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hikûmeta Sûriyeyê de, ya ku di 1'ê Nîsanê de hatibû îmzekirin, binpê dikin. Hate gotin ku ev tevger ji aliyê şêniyên herdu taxan ve jî weke "cihê şermezarkirinê" tên dîtin.

Di daxuyaniyê de, HSD'ê bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku "wan koman kontrol bike û pêşî li hewldanên têkbirina peyman û lihevkirinan bigire."

Di dawiya daxuyaniyê de, hişyarî bi awayekî zelal hate dayîn: "Eger ev tevger bidomin, hêzên HSD'ê dê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin."

 
Fly Erbil Advertisment