Li Sineyê Yekemîn Pêşangeha Karîkaturê bi mijarên civakî û jîngehê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê yekemîn pêşangeha karîkaturê ya parêzgehê li Galerîya Hunerê hat vekirin. Di pêşangehê de, berhemên heşt hunermendên karîkaturîst ên bajêr tên nîşandan, ku bi rêya hunera xwe balê dikişînin ser kêşeyên civakî û jîngehê.

Berhemên di pêşangehê de bi destan hatine xêzkirin û piranî ji portre û wênesaziyan pêk tên. Her yek ji hunermendan hejmarek berhemên xwe pêşkêş kirine, bi armanca gihandina peyamên hunerî û ronîkirina pirsgirêk û astengiyên civakê.

Berpirsê Mala Karîkaturê ya Parêzgeha Sîneyê Cewad Şamradî got: "Piraniya berheman bi teknîka destan û bi reng hatine çêkirin. Mijara xebatan bi giranî li ser pirsgirêkên civakî û jîngehê ne." Şamradî herwiha amaje bi wê yekê kir ku ji ber nebûna piştgiriyeke pêwîst, pêşwaziya gel di asta çaverêkirî de nebûye.

Biharek Zaî, yek ji hunermendên beşdar, got: "Min çend karên xwe di vê pêşangehê de nîşan dane. Ez hêvîdar im ku xelk serdana me bikin û berheman bibînin, ji ber ku her yek ji wan peyameke taybet hildigire."

karîkaturîst Saro Resûlî jî diyar kir, ev pênc sal in bi karê karîkatur û wênesaziyê re mijûl e û bi çar berheman beşdarî pêşangehê bûye.

Hunermend Spînta Sehraî got: "Ez bi heft berheman beşdar bûme, ku sê ji wan karîkaturên portreyên kesayetiyên naskirî ne û çarên din jî wênesazî ne."

Hunera karîkaturê, ji ber şiyana xwe ya di derbirîna rexneyan û gihandina têgehên aloz bi zimanekî sade û têgihîştî de, xwedî bandoreke mezin e li ser naskirin û çareserkirina pirsgirêkên civakî, siyasî û jîngehê.