Kurdistan24 zanyariyan derbarê rêkeftina nû ya hinardekirina petrolê de belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Iraqê piştî rêze hevdîtinan, li ser mekanîzmaya jinûve destpêkirina hinardekirina petrolê gihiştin rêkeftineke berfireh. Protokola rêkeftinê ji aliyê zêdetirî 20 endamên şandên her du aliyan ve hatiye îmzekirin.
Çavkaniyeke agahdar a nêzîkî rêkeftinê ji Kurdistan24ê re ragihand, civîn ji 17ê Tîrmehê ve dest pê kiribûn. Di vê demê de, şandên her du aliyan serdana hemû zeviyên petrolê yên Herêmê kirine û piştî nirxandina pirsgirêkên teknîkî, di 11ê Tebaxê de li ser mekanîzmayeke nû li hev kirine.
Li gor rêkeftinê, dê berhema rojane ya zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê were hinardekirin. Piştî ku rojane 50 hezar bermîl ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêmê were veqetandin, berhema mayî dê radestî Kompanyaya Firotina Petrolê ya Iraqê (SOMO) bê kirin.
Heman çavkaniyê da zanîn, protokola rêkeftinê ji aliyê 17 endamên şanda Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal û 5 endamên şanda Wezareta Samanên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin û şanda federal piştî îmzekirinê vegeriyaye Bexdayê.
Ji bo ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jinûve dest pê bike, tenê maye ku Hikûmeta Federal ligel Tirkiyeyê danûstandinên dawî bike û prose bikeve warê cîbicîkirinê.
Ev rêkeftina nû di demekê de tê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara 2023an ve, ji ber gilînameyeke ku Iraqê li dijî Tirkiyeyê tomar kiribû û di encamê de hinardekirina bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatibû rawestandin.
Li gor daxuyaniyên berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rawestandina hinardekirinê zêdetirî 50 milyar dolar ziyan gihandiye aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê û ti aliyek ji vê biryarê sûd wernegirtiye.