Bazarên Dihokê bi meywe û sebzeyên xwemalî geş bûne
Dihok (K24) – Bi hatina werzê Havînê re, bazarên parêzgeha Dihokê bi meywe û sebzeyên xwemalî yên curbecur tije bûne. Firoşkar didin zanîn, tevî hebûna berhemên biyanî, welatî bêtir daxwaza meyweyên navxweyî dikin ji ber tama wan a xweş û kalîteya wan a bilind. Ji bo rêgirtina li bihabûnê jî, Rêveberiya Çandiniyê rojane nirxan diyar dike.
Li bazara meywe û sebzeyan a Dihokê, bi sedan cûre berhemên xwemalî yên Havînê weke tirî, hejîr, zebeş, gindor û xoxan cihê xwe girtine û daxwazeke mezin ji aliyê welatiyan ve li ser wan heye.
Firoşkarên li bazarê diyar dikin ku berhemên îsal hem zêde ne û hem jî bi kalîte ne, û ev yek bûye sedem ku welatî zêdetir berê xwe bidin meyweyên navxweyî.
Cîhad Zîwkî, ku zêdetirî 20 salan e li bazarê firoşyariyê dike, girîngiyê dide berhemên xwemalî û dibêje: “Berhemên me yên xwemalî hene. Her çend berhemên biyanî jî li bazarê hebin, lê xelk bêtir ji berhemên xwemalî hez dike, ji ber ku tama wan xweştir e. Mişterî bi taybetî ji hejîran hez dike, ku îsal hem baş in hem jî bihayê wan guncaw e.”
Firoşkarekî din, Nîwar Nêrweyî, jî tekez dike ku îsal berhemên ji devera Nêrweyê û Çiyayê Gare bi awayekî berfireh li bazarê peyda dibin û rojane bi awayekî teze digihîjin destê welatiyan. Nêrweyî dibêje: "Vê demsalê çi meywe bê xwestin, li vir peyda dibe."
Ji bo ku nirxê meywe û sebzeyan li bazarê zêde nebe û mafê welatiyan neyê binpêkirin, Rêveberiya Çandiniyê ya Dihokê rojane lîsteyeke nirxan amade dike û li ser hemû firoşkaran belav dike. Divê hemû firoşkar pabendî van nirxan bin, ku ev yek dibe alîkar da ku bazar di bin kontrolê de be.
Her çend hin caran berhemên ji derve tên anîn bi bihayekî kêmtir bin jî, welatiyên Dihokê ji ber baweriya bi kalîte û tama berhemên navxweyî, her tim daxwaza wan dikin.