Li Qamişlo akademiyên topa pê hêviyê li zarokan vedigerînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo hejmareke ji akademiyên taybet bi topa pê hatine vekirin, ku bi sedan zarok û ciwanên xwedî behre perwerde dikin û xewnên wan ên ku di dema rejîma Beisê de hatibûn qedexekirin, ji nû ve zindî dikin.
Li bajarê Qamişlo zêdetirî 12 akademiyên futbolê hatine vekirin. Yek ji van akademiyan, Akademiya Heysem Kiço ye, ku tê de zêdetirî 300 zarok fêrî hûner û bingehên lîstika topa pê dibin.
Ciwan Hesen, rahêner û lîstikvanê berê, derbarê xebata akademiyê de dibêje, gelek zarokên jêhatî hene û ew bi zehmetiyeke mezin hewl didin wan perwerde bikin. Hesen got: "Armanca me ne tenê werzîş e, lê di heman demê de perwerdeyî û civakî ye jî. Armanca me ya herî mezin ew e ku em lîstikvanên baş derxînin pêş, da ku paşeroja wan geştir be."
Berpirsê Akademiya Heysem Kiço Sefwan Mûsa, jî tekez dike ku li Qamişlo behreyên mezin hene û dibêje: "Qamişlo bajarekî weke yê Brezîlê ye, tijî jêhatî û behre ye. Pêwîstiya van zarokan bi piştgiriyeke profesyonel heye da ku karibin xwe bi pêş bixin."
Zarokên ku beşdarî akademiyan dibin, xwedî xewnên mezin in. Lîstikvanê ciwan Selman Hemê hêviyên xwe wiha tîne ziman: "Ez ji Akademiya Heysem Kiço me. Hêviya min ew e ku ez bibim lîstikvanekî gelekî navdar û di yaneyên cîhanê de bilîzim, weke Vinicius û Raphinha."
Di dema rejîma Beisê de, li Rojavayê Kurdistanê rêgirî li pêşxistina werzîşa Kurdî û bi taybetî topa pê dihat kirin. Sefwan Mûsa vê yekê bi bîr tîne û dibêje: "Berê di dema rejîmê de destûr nedidan ku em akademiyên bi vî rengî vekin."
Lê niha ev akademî ji bo zarokan bûne derfeteke zêrîn ku behreyên xwe nîşan bidin û xewnên xwe yên ku demekê ne pêkan dihatin dîtin, pêk bînin.