Piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz li ser berhemên navxweyî zêde kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Zêdebûna daxwazê li ser berhemên xwemalî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baxçevan û cotkaran gelek germiyek daye bazara elweya bajarê Silêmaniyê.

Serokê Sendîkaya Elweya Silêmaniyê Serwar Elî ji Kurdistan24ê re got, "Niha berhema me ya xewamlî gelek e. Gotgotk hene ku berhemên welatên cîran bi qaçaxî tên nav sûkên Silêmaniyê, sedema wê jî ew e ku berhemên me negihîştine wê astê ku giran bin, ji bo elweyê feyde hebe, her çend çi berhemek jî ji sînoran bo nav sûka Silêmaniyê nehatiye hawirdekirin."

Serwar Elî herwesa got, "Berhemên ku me hene temate, kulind, xiyar, gundor zebeş in. Bihayên van berheman di vê demê de guncayî ne, ku hem ji welatiyan û hem jî ji cotkaran re feyde hebûye. Piraniya berhemên ku me niha hene ji Pêncwînê û hin ji wan jî ji Şarezûrê tên nav sûkan."

Zêdebûna daxwazê li ser berhemên xwemlî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baxçevan û cotkaran piştgirî ji bo sûka navxweyî ya Herêma Kurdistanê çê kiriye."

Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Çandiniyê ya Silêmaniyê Cotkar Xalid got, "Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê li ser bingeha Qanûna Hejmar 4 a sala 2008ê, ku piştgiriyê dide berhemên çandiniyê, herwesa her sal bernameyeke çandiniyê jî tê weşandin, ji bilî wergirtina berhemên navxweyî, berhemên hawirdekirî tên qedexekirin an jî bac li ser wan tê sepandin, da ku berhemên cotkarên navxwe li sûkên Silêmaniyê bên firotin.”

Hebûn û pirbûna berhemên xwemalî ne tenê ewlehiya xwarinê û parastina aborî ji bo malbatan peyda dike, lê welatî û cotkaran bi têkiliyeke rast û hevpar ve girê dide.

 
 
Fly Erbil Advertisment