Li Elqûşê birîna Enfalê hîn vekirî ye: Malbat çarenivîsa windahiyên xwe dixwazin
Dihok (K24) – Piştî 37 salan ji Enfala Behdînanê, şûnwarên wêraniyê li gundên Êzidiyan ên wek Kersaf û Xorzê, li devera Elqûşê, hîn jî wek şahidekî bêdeng ê tawanên rejîma Beis a rûxandî mane. Malbatên qurbaniyên Enfalê, ku di nav wan de bi dehan xêzanên ku çarenivîsa wan heta îro nediyar e hene, daxwaza zanîna aqûbeta windahiyên xwe dikin.
Li gundên ku beriya 37 salan bi jiyan bûn, îro tenê kavilên xaniyan û dîwarên hilweşiyayî mane. Her xaniyekî wêran çîroka trajediyekê vedibêje. Kesûkarên qurbaniyan û yên ku ji komkujiyê rizgar bûne, bi çavên şil û dilên birîndar li wan şûnwaran vedigerin û bîranînên xwe yên tal tînin ziman.
Nasir Çûkê, Kesayetiyê gundê Kersafê, serpêhatiya xwe wiha vedibêje: "Di dema Enfalê de, li vî gundê me yê Êzidiyan, Kersaf, û li gundên din, nêzîkî 15-16 xêzan hatin enfalkirin. Di gundê me de, ji bilî çend Pêşmergeyên wek Hacî Wehîd û Îlyas Wehîd, malbatên wek Hadî Husên û yên din bi temamî hatin birin û heta niha em nizanin çi bi wan hatiye."
Yasîn Xorzî, yek ji kesûkarên qurbaniyan, ku bi xwe şahidê bûyerê bûye, tîne ziman ku piştî dawîhatina şerê Iraq-Îranê, rejîma Beisê bi awayekî hovane êrîşî hemû deverên Behdînanê kir.
Yasîn Xorzî got: "Ew hemû girtin û anîn Keleha Dihokê. Piştre wan kirin du beş; beşek birin Behirkê û beşek jî heta niha çarenivîsa wan ne diyar e. 37 sal derbas bûn, lê me heta niha rufatên wan nedîtine û em nizanin ew li kû ne."
Banga Zanîna Çarenivîsê
Her çiqas beşek ji gundan ji nû ve hatibin avakirin jî, birîna ku Enfalê li pey xwe hiştiye kûr e. Malbatên zêdetirî 30 xêzanên ku li van gundan hatine enfalkirin, daxwaza herî kêm zanîna çarenivîs û dîtina termên ezîzên xwe dikin, da ku bikaribin goristanekê ji bo wan çêbikin.
Gundên Xorzê û Kersafê, ku di dema şoreşên Kurdî de xwedî roleke girîng bûn, îro tenê şahidên wêraniyekê ne ku daxwaza dadwerî û ronîkirina çarenivîsa windahiyên xwe dikin.