232 malbatên Iraqî ji Kampa Holê derketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hevahengiya di navbera Rêveberiya Xweser û Komîseriya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, komeke din a penaberên Iraqî ji Kampa Holê derketin û ber bi xaka Iraqê ve ketin rê.

Ev kom ji 233 malbatên Iraqî pêk tê û hejmara wan bi giştî nêzîkî 854 kesan e.

Ev karwan, dibe koma 12emîn a Iraqiyan ku ji destpêka îsal ve ji kampê tên derxistin û ber bi warên wan ve tên şandin. Lê belê, ji destpêka pêvajoya vegerandina malbatên Iraqî ji kampê ber bi welatê wan ve, ev koma 29emîn e ku tê şandin.

Rêveberiya Xweser ji sala 2021an ve, bi hevahengiya hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, penaberên Iraqî yên li Kampa Holê ku dixwazin vegerin warên xwe, dişîne.

Kampa Holê yek ji mezintirîn kampên li herêmê ye û tê de bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞê yên biyanî û ereb hene. Ev kamp ji aliyê gelek aliyan ve wekî "bombeyek li ber teqînê" tê dîtin, ji ber metirsiya ewlehiyê û karîna ji nû ve organîzekirina şaneyên razayî yên DAIŞê di nava kampê de.

 
Fly Erbil Advertisment