Tîma Zaxoyê li Hewlêrê amadekariyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîma Zaxoyê wekî amadekarî ji bo werzê nû yê Lîga Stêrên Iraqê kampeke meşq û rahênanan ji bo dema pênc rojan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dest pê kiriye, herwesa dê li dawiya vê mehê serdana Tirkiyeyê jî bike.

Tîma Zaxoyê wekî amadekarî ji bo werzê nû yê Lîga Stêrên Iraqê, piştî veguhastina çend yarîzanan û rahênerekî nû, ev demek e ku dest bi amadekariyên xwe kiriye. Ji bo vê meremê jî, ew li bajarê Hewlêrê li ser amadekariyên xwe berdewam in.

Çavdêrê Tîma Delalê Hemîd Îsmaîl taybet ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku, piştî pênc rojan yanî li 31ê vê mehê, ew dê bi merema berdewamiya amadekariyên xwe biçin welatê Tirkiyeyê dê li wê derê jî çend yariyên dostane bikin.

Lîstikvanê nû yê tîma Zaxoyê Şêrko Kerîm jî li ser gotgotkên vegera wî ji bo hilbijartiyê Iraqê taybet ji Kurdistan24ê re got ku, piştî serdana Graham Arnold ji bo kampa wan a perwerdeyê li Zaxoyê, ew bi gelek lîstikvanan re axiviye.

Biryar e ku Tîma Zaxoyê îro (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) li Yarîgeha Biryetiyê li Hewlêra paytext di yariyeke dostane de rûbirûyî Tîma Kerxê bibe.

 
Fly Erbil Advertisment