Projeya Rûnakî: 180 hezar abone ji lêborîna deynê elektrîkê sûd wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Projeya Rûnakî ya ji bo dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî, amarên nû yên derbarê wergirtina deynên kevn ên elektrîkê aşkere kirin û ragihand, heta niha 180 hezar abone ji lêborîna %50 sûd wergirtine.

Projeya Rûnakî îro 17ê Cotmeha 2026an di daxuyaniyekê de ragihand; heta niha 180 hezar aboneyên elektrîkê ji biryara lêborîna %50 a deynên kevn ên elektrîkê sûd wergirtine û deynên xwe dane, lê di heman demê de hîn 725 hezar aboneyên din mane ku deynên xwe yên kevn bidin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di her du qonaxên lêborînê de, bi giştî zêdetirî 350 milyar dînar ji deynên wan welatiyên ku deyn li ser wan hebû hatiye lêborîn. Herwiha dahata giştî ya ku ji aliyê rêveberiyê ve hatiye komkirin ji 420 milyar dînarî derbas bûye.

Derbarê rewşa aboneyên malan de, Projeya Rûnakî aşkere kir ku niha %60ê aboneyên malan ti deynên wan ên elektrîkê yên beriya destpêkirina projeyê nemane. Di hember de, li ser %40ê aboneyan hîn jî deynê kevn maye, ku deynê nîvê wan aboneyan kêmtirî 200 hezar dînar e.