Anne Hidalgo pêşwaziya Serok Barzanî dike û pesnê rola Pêşmergeyan dide

Hidalgo: Ez gelek kêfxweş im ku îro careke din pêşwaziya Serok Barzanî dikim

Serok Barzanî û Anne Hidalgo
Serok Barzanî û Anne Hidalgo

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaredara Parîsê ragihand, "Ji bo min şanaziyeke mezin e ku ez pêşwaziya Cenabê Serok Barzanî dikim.” Tekez jî kir, “Serok û Pêşmergeyan ji bo azadiya me tevan û herwesa ji bo hemî Kurdan û xelkê Kurdistanê şer kir."

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo îro (În, 5ê Îlona 2025ê) di hundirê avahiyê Şaredariya Parîsê de ji Kurdistan24ê re got, “Ji bo min şanaziyeke mezin e ku ez pêşwaziya Cenabê Serok Barzanî dikim. Hevdîtina me ya yekê li sala 2015ê bû, di dema şerê li dijî DAIŞê de.”

Hildalgo amaje jî da, “Hingê Serok Barzanî ez haydar kirim, berî ku ez serdana sînor bikim û paşî ez gihîştim Hewlêrê. Ev jî çend mehan berî kiryara terorîstî ya Parîsê bû. Serok û Pêşmergeyan ji bo azadiya me tevan û herwesa ji bo hemî Kurdan û xelkê Kurdistanê şer kir."

Şaredara Parîsê herwesa ragihand, "Bi kêfxweşiyeke mezin, ji ber hemî wan sedemên ku min behs kirin, me navê vê rêya Parîsê kir 'Rêya Pêşmergeyan'. Çîroka Pêşmergeyan û Serok Barzanî di dîroka gelê Kurd de gelek faktorên girîng hene."

Şaredara Parîsê tekez jî kir, "Ez pir kêfxweş im ku îro min karî careke din pêşwaziya Serok Barzanî bikim, ev ji bo min pir taybet e. Tevî wê yekê jî, me têkiliyeke baş bi Enstîtuya Kurdî ya Parîsê re heye.”

Îro li parka André Citroënê ya Parîsa paytexta Frandsayê di merasîmeke hejî de, bi amadebûna Serok Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, perde ji ser tabloya Pêşmerge hat rakirin.

Her îro li Parîsa paytexta Fransayê merasîm û çalakiyên cuda cuda tên lidarxistin, ku rêzgirtina li têkoşîna Pêşmergeyan û gelê  Kurdistanê temsîl dikin. Serok Barzanî û şandeke Herêma Kurdistanê û bi sedan mêvanan dê di wan merasîm û çalakiyan de amade bibin, ji bilî amadebûna hejmareke Pêşmergeyên kevn, kesatiyên siyasî û akademîk li ser asta Fransa û welatên Ewropayê tevlî çalakiyan bibin. Dostaniya di navbera gelê Kurd û gelê Fransayê de ji têkiliyeke dîrokî tê û ev têkilî bi demê re qonax bi qonax ji ber sedemên armancên hevpar xurttir bûne.

Fransa di seranserê dîrokê de wekî dosta Kurdan hatiye nasîn û serokên wê bi berdewam serdana Herêma Kurdistanê kiriye û di tengaviyan de destê alîkariyê ji bo gelê Kurd dirêj kiriye, xasma di reva milyonî ya sala 1991ê de ku xatûna Danielle Mitterrand a hevjîna Serokê berê yê Fransayê Francois Mitterrand serdana Herêma Kurdistanê kir û ew nexweşî bi çavên xwe dîtin ên ku bi serê Kurdan hatibûn.

Rakirina perdeyê ji ser tabloya Pêşmerge li paytexta welatekî wekî Fransayê mana û meremeke mezin heye. Dema ku navê Pêşmerge tê gotin, di hişê piraniya kitekesan civaka Kurdewarî de mirovekî aza û fedakar tê dîtin. Wekî pênaseyeke sereke bi berdewamî hatiye gotin ku, Pêşmerge ji bo neteweya xwe xebatê dike û amade ye ku jiyana xwe ji bo wê yekê feda bike.

 
 
Fly Erbil Advertisment