Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya bejahî welatiyên xwe ji Îmaratê vedigerîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydariyeke lezgîn ji wan welatiyan re belav kir ên ku ji ber rewşa awarte ya niha ya deverê li Îmaratê asê mane, û rêyeke nû ji bo vegera wan eşkere kir.
Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, piştî bizavên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevahengiya bi Wezareta Derve ya Iraqê re, Erebistana Siûdî razî bûye ku sînorên xwe ji bo wan welatiyan veke yên ku dixwazin bi rêya bejahî vegerin, bêyî ku pêdivîtiya wan bi vîzeya pêşwext hebe.
Di wê daxuyaniyê de rêya vegerê ji bo welatiyan hatiye ronkirin û tê de hatiye gotin: Ew kesên ku li Îmaratê ne dikarin rasterast biçin Erebistana Siûdî û li xala sînorî ya Bethayê vîzeyê bistînin, paşî bi rêya deriyê sînorî yê Ererê vegerin nav axa Iraq û Herêma Kurdistanê.
Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazê ji wan welatiyên ku dixwazin vegerin welatê xwe dike ku, ji vê derfet û hêsankariyê feydeyî werbigirin, da ku bi ewlehî vegerin nav malbatên xwe.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.