Îro Mondiyala Jinan li Herêma Kurdistanê hat destpêkirin

Mihemed Doserî: Me ji ber aramî û tenahiya Hewlêrê ev qehremanî anî Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Mondiyala futbolê ya biçûkkirî ya jinan a cîhanî îro li Herêma Kurdistanê hat destpêkirin û hilbijartiya Kurdistanê di yariya yekê de rûbirûyî hilbijartiya jinên Urdinê bû. Serokê Federasyona Futbolê ya Biçûkkirî ya Jinan a Cîhanî jî ragihand ku, wan ji ber wê aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye biryar da ku ew qehremanî li Hewlêrê bê lidarxistin.

Mondiyala futbolê ya biçûkkirî ya jinan ji bo cara yekê li Hewlêrê bi tevlîbûna heşt hilbijartiyên parzemînên cuda cuda hat lidarxistin. Hilbijartiyên tevlîbûyî li ser du koman hatine parvekirin. Kurdistan di mondiyala futbolê ya biçûkkirî ya jinan de li kêleka Urdin, Pakistan û Libnanê dilîze. Koma duyê jî ji Brazîl, Uganda û Misirê pêk tê.

Mihemed Doserî heyraniya xwe ji bo wê pêşwaziya germ a Herêma Kurdistanê ji bo wê qehremaniyê diyar kir û got, “Ez piştrast im ku Cama Cîhanî ya Futbolê ya Jinan dê li Hewlêrê bi awayekî pir serkeftî bê lidarxistin. Aramî û tenahiya vê deverê sedem bû ku me ev qehremanî anî Herêma Kurdistanê.”

Mondiyala futbolê ya biçûkkirî ya jinan ji hêla Kurdistan24ê ve tê sponsorîkirin. Hilbijartiya Jinên Kurdistanê îro di yariya yekê de li yarîgeha Zanîngeha Cîhanê rûbirûyî Urdinê bû. Ew yarî jî saet 07:15 ê êvarê bi komêntariya Herêm Qerenawî hat kirin.

Hilbijartiya Kurdistanê bi rahêneriya Mezin Mihemed û alîkarên wî Zîne Cemîl û Lanya Sadiq tevlî wê qehremaniyê bû. Biryar e ku yariya dawiyê jî li roja 22ê vê mehê li Hewlêrê bê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment