Cotkarên Kirmanşanê: Em baştirîn tomato bi kêmtirîm biha difiroşin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgeha Kirmanşanê li ser asta Îranê cûnên herî baş ên tomatoyan hildiberîne, lê cotkarên wê parêzgehê di warê bazarkirina berhemê xwe de pirsgirêk hene û gazinan dikin.

Parêzgeha Kirmanşanê, ku yek ji navendên sereke yên hilberandina tomatoyan li Rojhilatê Kurdistanê ye, îsal 8 hezar hektarên erdê çandiniyê ji bo hilberandina tomatoyan veqetandine. Tê pêşbînîkirin ku, berhemê îsal ê tomatoyan li parêzgeha Kirmanşanê ji 550 hezar tonan zêdetir be.

Her çend cotkarên Kirmanşanê cûnên herî baş ên tomatoyan li ser asta Îranê hildiberînin jî, lê di warê bazarkirina berhemên xwe de pirsgirêk hene. Cotkarên gundên bajarê Dalahoyê, bi taybetî jî gundê Bêyaxeweniyê yê qezaya Dalahoyê ku wekî herêma Goran tê nasîn û xelkê wê li ser ola Yarisan in, ev nêzîkî mehekê ye ku di zeviyên xwe de tomatoyan diçinin. Ew dibêjin ku îsal berhemê wan baş e, lê di warê bazarkirinê de pirsgirêkên wan hene.

Li parêzgeha Kirmanşanê sê kargehên mezin hene ku tomatoyan ji cotkaran dikirin. Ew hersê kargeh bi hev re her roj di navbera 300 heta 400 tonên tomatoyan de ji cotkaran dikirin; lê cotkar nerazîbûna xwe nîşan didin ku ew kargeh di diyarkirina bihayan de neheqiyê li wan dikin û bihayên hejî bi berhemên wan nadin.

Ji zêdetirî 550 hezar tonên tomatoyan yên ku îsal li parêzgeha Kirmanşanê hatine hilberandin, nîvê wan dê bi kargehan bê dayîn û nîvê din jî dê ji bazarên Rojhilatê Kurdistanê û parêzgehên din ên Îranê re bê şandin.

Fly Erbil Advertisment