Pêleke navincî ya tozê Herêma Kurdistanê vedigire

Pileyên germê bêtir dadikevin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi nêzîkbûna Payîzê re, pileyên germê dê bêtir dakevin. Şarezayekî keşûhewayê amaje da ku, pêleke navincî ya tozê Herêma Kurdistanê vedigire.

Şarezayê keşûhewayê Mihemed Kemal îro (În, 19ê Îlona 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Pêleke tozê berî nîvroya îro ji aliyê parêzgeha Kerkukê ve ber bi bajarên din Herêma Kurdistanê ve tê, piştî saet 3:00 ê piştî nîvroyê bandora wê dê zêdetir bibe, bi taybetî jî li deşta Hewlêrê, Germiyan, Silêmanî û Helebçeyê.”

Şarezayê keşûhewayê eşkere jî kir, “Rabûna tozê dê bi wayekî navincî be û dê heta nîvroya sibe berdewam be, toz û bayên navincî dê pê re bin lê pileyên germê dê dakevin.”

Mihemed Kemal amaje jî da, “Sibe (Şemî, 20ê Îlona 2025ê) pileya germê ya herî bilind dê 32 °C be û dê li Germiyanê be, pileya herî nizm a germê jî dê 18 °C be û dê li Hacî Omeranê be.”

Mihemed Kemal di derheqa wî bayê ku li Herêma Kurdistanê rabûye de got, “Bi nêzîkbûna werzê Payîzê re, bayekê hînik ji Deryaya Navîn ber bi deverê ve rabûye, ji ber vê yekê em pêşbînî dikin ku pileyên germê di nîvê vê hefteyê de hîn bêtir dakevin û êdî pileyên germê nagihîjin 40 °C.”

 
Fly Erbil Advertisment