Nebez Ebdihemîd: Kornîşê Hewlêrê dê bibe cihekî geştiyariyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Hewlêrê ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku, Kornîşê Hewlêrê yê kevin li nêzîkî taxa Penca Hesarokê bike projeyekî geştiyariyê da ku jîngeha Hewlêrê bêtir paqij bike.”

Qayimqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdihemîd îro (În, 19ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hersê mehên Cotmeh, Mijdar û Berçileyê du milyar dînar ji bo pêşîgirtina li rabûna lehiyan li Hewlêrê terxan kirine.”

Qayimqamê Hewlêrê eşkere jî kir, “Di civîna Parêzgehê de, ku aliyên peywendîdar tevlî wê bûn, çend komîte ji bo pêkanîna karên destpêkî hatin avakirina. Pereyê ku ji hêla Serokwezîr ve hatiye terxankirin dê li ser hemî aliyên peywendîdar bê belavkirin, da ku karên xwe bi cîh bînin, wekî Rêveberiya Avrêjan a Hewlêrê, Rêveberiya Avdêriyê ya Hewlêrê û Rêveberiya Parastin û Çarekirina Rêyan a Hewlêrê. Plan jî ji bo bicîhanîna wan karan hatiye danan.”

Nebez Ebdihemîd amaje jî da, “Ew pere wekî budçeyeke awarte ye, da ku ji bo paqijkirina menholan û avrêjan û rêyên ava baranê û dabînkirina alavan li bin piran ji bo kişandina ava ku kom dibe li ber destê tîman be.”

Navbirî herwesa ragihand, “Li derdora Hewlêrê, zêdetirî 350 kîlometran kanal hatine paqijkirin û firehkirin, bi dehan zêdegaviyên li ser lêvên kanalên ku rê li ber herikîna ava baranê digirin hatine rakirin û çend binpêker jî hatine cezakirin.” Herwesa got, “Di du salên borî de, me gelek kar kir da ku rûdanên lehiyan dubare nebin, ku di salên borî de xelk tê de bû qurbanî.”

Qayimqamê Hewlêrê amaje jî da, “Hin kedkar astengiyan ji bo rêyên avê çê dikin, bi rêya wan bermayîkên ku diavêjin nav menholan û rêyên avê.” Herwesa got, “Ger ew alîkar bin, xetera lehiyê dê kêmtir bibe.”

Nebez Ebdihemîd amaje da bazara firotina neft û gazê jî, ku gelek ji tankên wan sotemeniyan li nêzî kendan hatine danan. Eşkere jî kir ku, di civîna duhî de biryar hat dayîn ku ew pirsgirêk bê çareserkirin û ew tank bên rakirin û kesên ku pabend nebin, lêkolîn pê re bê kirin.

Navbirî herwesa ragihand, “Li navenda Hewlêrê, tîm hatin erkdarkirin da ku dest bi paqijkirina menholan û bin piran bikin, ji welatiyan jî hat xwestin ku pabendî rênimayan bin, xasma jî li sûkên Teyrawe û Şêxelayê ku bi sedan kedkar lê dixebitin.” Herwesa got, “Ji bo ku em bikarin hêsankarî û alîkariyan ji wan kedkaran re bikin, divê ew paqijiya wan cihan biparêzin.”

Qayimqamê Hewlêrê eşkere jî kir ku, wan çend komîte ji bo rêkxistina sûkan çê kirine. Her dikaneke kelûpelên wê menholek an rêyeke avê girtibe, dê rake.

Nebez Ebdihemîd amaje jî da ku, projeyek li ser kornîşê Hewlêrê li nêzîkî taxa Penca Hesarokê tê çêkirin. Li gorî plana hikûmetê, ji hêla keşûhewa, jîngeh û geştiyariyê ve kar li ser wê projeyê tê kirin.

Fly Erbil Advertisment