Fûad Husên: Erdnîgarî û asîmanê Iraqê bûne qada şer

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên hişyarî derbarê metirsiya ji nû ve sepandina cezayên berê yên Ewropayê li ser Îranê da û ragihand, gaveke wiha "dê hemû aliyan ber bi xetimandinê ve bibe û ev yek metirsîdar e."
Fûad Husên, ku li New Yorkê ye ji rojnameya 'Şerq' re axivî û da zanîn, ew ê di rojên pêş de bi berpirsên Amerîkî re bicive û egera vegera cezayên Ewropayê bo ser Îranê wek rewşeke "metirsîdar" bi nav kir.
Li gorî Husên, zêdebûna zextên li ser pirsa Filistînê û Rojhilata Navîn bi giştî, fişarê li ser Îranê jî zêde dike û ev rewş "dibe ku bibe sedema pirsgirêkên mezin".
Herwiha hişyarî da ku gefên Îsraîlê yên li dijî Îranê, aloziyeke mezintir û pirsgirêkên kûrtir li herêmê bi xwe re anîne.
Derbarê bandora van aloziyan li ser welatê xwe de, Fuad Husên got, "Erdnîgarî û asîmanê Iraqê bûne qada şer û encamên van êrîşên di navbera Îran û Îsraîlê de li ser me jî hene."
Wezîrê Derve yê Iraqê di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe anî ziman ku ev alozî bi rêyên dîplomatîk werin çareserkirin.