Nêçîrvan Barzanî ji şand Dêra Rûsî re: Em şanaziyê bi çanda pêkvejiyanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Cotmehê pêşwazî li şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî bi serokatiya Metran Antonî, Berpirsê Pêwendiyên Derve, û hejmarek rûhaniyên dêrê kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, rewşa pêkhateyan, bi taybetî ya Xiristiyanan li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Dêra Ortodoks a Rûsî ligel civak û dêrên Xiristiyan ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê, û pêwendiyên Rûsyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Şanda mêvan, ku hefteya borî ji bo beşdarbûna di konferanseke Dêra Rojhilat a Aşûrî de serdana Hewlêrê kiribû, kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman. Şandê herwiha pesnê çanda pêkvejiyana di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên li Herêma Kurdistanê de da û spasiya xwe ji bo parastina maf û azadiyên wan dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî, ligel bixêrhatinê û nîşandana kêfxweşiya xwe ji bo serdanê, serdana şandê weke nîşaneke girîng a piştgiriyê ji bo Herêma Kurdistanê bi nav kir. Herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi çanda pêkvejiyan, hevduqebûlkirin û lêborînê ya di navbera pêkhateyan de dike û dê her tim parêzvanê vê çandê be.
Di beşeke din a hevdîtinê de, hevdîtinên şandê bi nûnerên pêkhateyên din ên olî yên li Herêma Kurdistanê re, qonaxên pêwendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê, û girîngiya diyalog û hevdîtinên di navbera pêkhateyên olî û neteweyî de hatin gotûbêjkirin.