Li Dêr Hafirê HSD'ê 3 êrîşên hêzên hikûmetê têk birin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, şervanên wan li herêma Dêr Hafirê ya gundewarê rojhilatê Helebê, 3 hewldanên derbasbûnê yên komên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê têk birine û amade ne bersiva her êrişekê bidin. Ev pêşhate di demekê de tê ku alozî li wê herêmê zêde dibe û HSDê hêzeke zêde şandiye eniyên şer.
Medayaya nêzîkî HSDê li ser zarê şervanekî belav kir, komên girêdayî hikûmeta Şamê li gundê Resim El Kirom 3 caran hewl da derbas bibin. Lê hêzên wan amade bûn û bersiva wan da."
Destnîşan kir jî, komên êrişkar pişta xwe didin dronên xwekuj û gelek caran xalên HSDê bombebaran kirine, lê di wan êrişan de ti şervanek birîndar nebûye. Lêbelê, wî hişyarî da ku armancgirtina sivîlên li Dêr Hafirê xeteriyê zêdetir dike.
Ev alozî û pevçûn piştî komkujiyekê pêk tên ku medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve belav kir, di şeva 20ê Îlona 2025an de, dronên hikûmeta veguhêz êrişî sivîlên gundê Uma Tîna yê Dêr Hafirê kiribûn û di encamê de 8 sivîl şehîd bûbûn û 3 jî birîndar bûbûn.
HSD Hêzên Mezin Dişîne Herêmê
Li hemberî zêdebûna gefan, êvara roja Înê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk hejmareke mezin a şervan, wesayîtên zirxî û alavên serbazî ji Dêrezor û Hesekê veguhestin herêma Dêr Hafirê da ku eniyên xwe bihêz bikin.
Fişarên li ser Taxên Kurdan ên Helebê
Alozî ne tenê li eniyên şer e. Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê tundtir dike. Piştî girtina rêyên El Yerimûk û El Cendol bi bendên ji axê, duh êvarê rêya nêzî "Nadiya El-Cela" jî hate girtin û bi vê yekê çûnûhatin ji van taxan bi temamî hate qutkirin.
Girtina van rêyan peymana ku di 1ê Nîsanê de di navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û nûnerên hikûmetê de hatibû îmzekirin, binpê dike. Li gorî peymanê, diviyabû li ser 7 rêyên sereke yên diçin taxan, xalên kontrolê yên hevbeş werin danîn, lê niha ew karê hevbeş jî ji ber girtina rêyan rawestiyaye.
Di vê navberê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li bajarê Helebê, bi daxuyaniyekê ew nûçeyên ku li ser hin torên civakî belav bûbûn û digotin ku hêzên wan êrişî wesayîteke hikûmetê li derdora taxa Eşrefiyê kirine, derewand û bang li welatiyan kir ku tenê xwe bispêrin daxuyaniyên fermî.