Mesrûr Barzanî û Hemîd Şetrî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştimanî ya Federal Hemîd Şetrî kir.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî û ewlehiyê ya Iraqê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya pêşxistina hevkariyê û hemahengiyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo parastina asayîş û seqamgiriyê hat kirin.

Di beşeke din a gotûbêjan de, li ser amadekariyên dawî yên proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê nêrîn hatin guhartin.

Her du aliyan hêvî xwestin ku hilbijartin bibin sedema başkirina rewşa jiyana welatiyan û xizmetguzariyên giştî li Iraqê û herwiha bibin bingehek ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, li ser bingeha rêzgirtina li destûr û peymanan.

 
Fly Erbil Advertisment