Taxên Kurdan ên Helebê di bin dorpêçê de ne: Metirsiya karesateke mirovî zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewşa mirovî li taxên Kurdan ên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ji ber dorpêça ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê û komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ve hatiye danîn, roj bi roj xirabtir dibe. Rêyên serekî hatine girtin û nahêlin sotemenî û pêdiviyên bingehîn derbasî taxan bibin, ku ev yek metirsiya karesateke mirovî zêde dike.

Li gorî agahiyan, hemû rêyên ku diçin van taxan hatine girtin û rêgirî li derbasbûna sotemenî, kelûpelên pêwîst ên jiyana rojane û heta çûnûhatina welatiyan jî tê kirin. Ev yek bûye sedema aloziyeke mezin, bi taybetî ji ber ku nêzîkbûna werzê zivistanê pêwîstiya bi sotemeniyê zêdetir dike.

Bandora dorpêçê li ser jiyana rojane

Ji ber nebûna sotemeniyê, metirsî heye ku di demeke nêzîk de jeneratorên elektrîkê rawestin. Rawestandina mûlîdeyan dê rasterast bandoreke neyînî li ser karê nexweşxane, nanpêjxane, dibistan û navendên din ên xizmetguzariyê bike.

Li gorî medya navxweyî, ji zêdetirî 46,000 malbatên li herdu taxan, heta niha tenê 3,500 malbatan para xwe ya sotemeniyê wergirtiye, ku ev yek rewşa dijwar a welatiyan radixe ber çavan.

Pevçûn û dorpêça domdar

Ev dorpêç di encama alozî û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji aliyekî ve û hikûmeta Sûriyê û komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ve ji aliyekî din ve, pêk hatiye.

Tevî ku di meha Tîrmehê de piştî hevdîtina Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê bi fermandarên HSDê re li ser rawestandina şer lihevkirinek çêbûbû, lê dorpêç hîna jî berdewam e. Herwiha, di 26ê Îlonê de komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ve rêya Heleb-Reqayê li devera Dêr Hafirê girtin û dorpêç girantir kirin.

Di bûyereke dawî de, li gorî çavkaniyên nêzîkî HSDê, li nêzîkî çerxerêya Şîhan a Helebê, êrîşek li dijî bendeke kontrolê ya Asayîşê pêk hat û di encamê de du endamên Asayîşê bi giranî birîndar bûn.

 
Fly Erbil Advertisment