Serok Barzanî: Em bo berjewendiya Kurdistanê tevlî hilbijartinan bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî tekez kir ku, ew dê hemî bizavan bikin ku piştî hilbijartinan li Bexdayê bi wan aliyan re bixebitin ên ku amadeyî û fêmkirin ji bo çarekirina pirsgirêkan hene. Herwesa got: "Divê têkiliyên Hewler û Bexdayê li gorî destûrê bên rêkxistin ne li gorî gêwlî."
Serok Barzanî duhî (Şemî, 18ê Cotmeha 2025ê) li Hola Seid Ebdilayê ya bajarê Hewlerê bi mamosta û zanayên Îslamê û pêkhateyên din ên olî yên Herêma Kurdistanê re civiya.
Serok Barzanî li destpêkê amaje da hilbijartinan û got: “Hilbijartin ji bo her gelekî derfeteka baş e ku bikare bi azadî dengê xwe bide, lê mixabin li Iraqê desttêwerdaneka zêde tê kirin.” Tekez kir: “Tevî hemî şîroveyan, em ji bo berjewendiya Kurdistanê tevlî hilbijartinan bûne.”
Serok Barzanî bang li partîyên Herêma Kurdistanê jî kir ku, bi awayekî serxwe û tena kampanyayê bikin. Herwesa got: "Min ji PDKyîyan xwestiye ku eger posterên wan bên dirandin, li ser xwe bin. Herwesa eger gotinên nexweş jî ji wan re bên gotin, ew bersivê nedin.”
Serok Barzanî behsa çanda pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Kurdistan cihê hemiyan e. Serbilindî ye ku çanda pêkvejiyanê ji bav û kalên me ji me re maye. Em hemî dikarin bi hev re xizmeta vî welatî bikin. Hemî ol di mafan de wekhev in û di navbera wan de tu cudahî tune. Ez hêvîdar im ev çand berdewam be û roj bi roj zêdetir pêş bikeve.”