Mesrûr Barzanî û Glenn Miles pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Ostiralyayê li Iraqê kir û pê re danûstandin li ser çendên mijarên girîng kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Balyozê Ostiralyayê li Iraqê Glenn Miles kir.

Pêşxistina têkiliyên dualî, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di wê civînê de hatin nîqaşkirin.

Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê jî mijareka din a nîqaşên wê civînê bû. Herdu alî li ser pêdivîtiya birêveçûna hilbijartinan di rewşeka tena, demokratîk û bê tundûtûjî hevnerîn bûn.

 

 
Fly Erbil Advertisment