Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Projeya rêya Hewlêr-Koyeyê sozeke din bû ku me bicih anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî vekirina Projeya Stratejîk a Ava Quştepeyê, serdana projeya rêya du-rê (dûsayd) a Hewlêr-Koyeyê kir û tekezî li ser berdewamiya projeyên xizmetguzariyê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Cotmehê ji peyamnêrê Kurdistan24ê behsa girîngiya projeyên ku hatine destpêkirin kir.
Girîngiya Projeya Stratejîk a Ava Quştepeyê
Derbarê vekirina Projeya Ava Quştepeyê, Serokwezîr amaje bi wê yekê da ku ev proje sozeke din a hikûmetê bû ku bi cih anîn. Li gorî gotina wî, qezaya Quştepe, nahiyeya Bistanê û zêdetirî 70 gundên derdorê dê jê sûdê werbigirin.
Serokê Hikûmetê got: "Ev beşek e ji wê projeya hikûmetê ya ji bo gihandina avê bo bajarê Hewlêrê û derdora wê û hemû bajarên din. Proje dê bandoreke mezin li ser gihandina xizmetguzariyeke baştir û ava paqij ji bo welatiyan bike. Di heman demê de, em ê bikaribin wan bîrên bin erd bigirin ku mixabin heta niha ava me ya zêde israf dibû, da ku em baştir sûdê ji ava ser erd werbigirin."
Serokwezîr Barzanî herwiha hêviya xwe anî ziman ku "heta 20-30 salên bê, pirsgirêka kêmaviyê li Hewlêr û derdora wê nemîne."
Projeya Rêya Du-rê ya Hewlêr-Koyeyê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, projeya rêya du-rê ya Hewlêr-Koyeyê "sozeke din e ku me berê dabû xelkê xwe, ku em rêya Hewlêr ber bi Koyeyê ve bikin du-rê û bi kalîteyeke pir baş çêbikin."
Herwiha da zanîn, ev proje ji aliyê kompanya û endazyarên xwecihî ve tê cîbicîkirin û got: "Ez destxweşiyê li wan dikim û ji niha ve pîrozbahiyê li wan dikim ku beriya dema diyarkirî karîne tiştên pir baş bikin."
Serokwezîr herwiha diyar kir, ev rê dê dema geştê di navbera Hewlêr û Koyeyê de kêm bike, ajotiyê hêsantir bike û bi awayekî berçav bûyerên nexwestî yên trafîkê kêm bike.
Cîbicîkirina Projeyên Ava Koye û Silêmaniyê
Li ser pirsa "Kengî dê dest bi cîbicîkirina projeyên ava Koye û Silêmaniyê were kirin?", Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Ew ji bo pisporan dimîne heta ku dîzaynên xwe temam bikin û li gel kompaniyan li hev bikin. Beşek ji van projeyan niha di qonaxa cîbicîkirinê de ne. Yên din jî biryara wan hatiye dayîn û em tekez dikin ku di demek pir nêz de, hem kompanya karên xwe bikin û hem jî hikûmet piştgiriya wan bike."