Koçyîgît: Şandeya Îmraliyê dê cara sêyem bi Serokkomar Erdogan re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand, hevdîtinên di navbera Şandeya Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyeyê de dê berdewam bikin, lê dîroka hevdîtina nû hîn nehatiye eşkerekirin.
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re eşkere kir, Şandeya Îmraliyê dê ji bo cara sêyem bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne.
Koçyîgît diyar kir, di şandeyê de Wekîla Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar cih digirin.
Lê belê, Koçyîgît derbarê dîroka hevdîtina sêyem de agahiyeke zelal neda.
Du Hevdîtinên Berê
Hevdîtina yekem a di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de roja 10'ê Nîsanê li Beştepeyê pêk hatibû û wek yekem hevdîtina piştî 13 salan hatibû tomarkirin. Di wê hevdîtinê de, li gel Pervîn Buldan, Parlamenterê Stenbolê yê wijedastî Sirri Sureyya Onder jî amade bûbû.
Hevdîtina duyem jî di 7'ê Tîrmehê de li Kulliyeya Serokkomariyê hatibû kirin. Di civîna ku nêzîkî saetekê dom kir de, ji bilî Bûldan û Sancar, Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin jî beşdar bûbûn.