Welatî û çalakvanan ji bo paqikirina gola Zirêbarê dest dan hev
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser banga Encûmena Sewzî Çiya, bi dehan jîngehparêz û welatiyan kampanyayeke paqijkirinê li derdora Gola Zirêbarê lidar xistin. Armanca çalakiyê ew bû ku jîngeha golê ji bo pêşwazîkirina çûkên koçber ên ku di demsala payîzê de tên herêmê, were amadekirin.
Li bajarê Merîwanê, çalakvanên jîngehê û welatiyan bi hevkariyê derdora Gola Zirêbarê ji zibil û gemarê paqij kirin. Ev kampanya ji aliyê Encûmena Sewzî Çiya (Encûmena Keska Çiya) ve ji bo amadekirina jîngeheke guncaw ji bo pêşwaziya çûkên koçber hat organîzekirin.
Beşdaran, ku ji zarok, ciwan û mezinan pêk dihatin, bi kîsên reş zibil û paşmayên ku li peravên golê hatibûn avêtin, kom kirin.
"Erkê Me ye ku Em Welatê Xwe Biparêzin"
Endamê Encûmena Sewzî Çiya Şêrko Pertewî bal kişand ser girîngiya parastina xwezayê û got: "Niştiman bi av, ax, daristan û hemû pêkhateyên xwe ve xweşik e. Ji ber vê yekê, erkê her takekes û rêxistinekê ye ku van çavkaniyên xwezayî biparêze."
Endamê encûmenê Dr. Mehmûd Mubarexşahî amaje bi ziyanên gemarê kir û got: "Mixabin, zibil û bermayiyên plastîkî yên ku li vir tên avêtin, dibin sedema ziyaneke mezin ji bo van çûkan û jiyana wan dixin xeteriyê."
Yek ji beşdarên ciwan jî wiha got: "Divê em bizanibin ku ev der jî weke mala me ye. Çawa ku em nahêlin mala me qirêj bibe, divê em bi heman hestê li xwezayê jî xwedî derkevin."
Gola Zirêbar, ku weke 102emîn şûnewara xwezayî ya Îranê hatiye tomarkirin, mezintirîn gola ava şirîn a li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev gol her sal mêvandariya zêdetirî 300 cureyên çûkên koçber dike û di heman demê de yek ji navendên girîng ên geştyariyê li herêmê ye.
Lê belê, ev mîrateya xwezayî ya giranbiha ji ber gemariya ku ji aliyê mirovan ve tê avêtin û şewatên ku bi destê mirovan derdikevin, di bin metirsiyeke mezin de ye. Çalakvanên jîngehê bang dikin ku ji bo parastina vê bedewiya xwezayî divê hemû alî bi berpirsiyarî tevbigerin.
