Wezareta Elektrîkê: Zêdetir ji çar milyon welatiyan elektrîka 24 saetî heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) di ragihandinekê de eşkere kir ku, hejmareka berçav ji şêniyên Herêma Kurdistanê ji elektrîka berdewam feydeyî werdigirin.
Li gorî wê ragihandinê, nêzîkî 4 milyon û 500 hezar welatiyan li seranserê Kurdistanê ji bo dema 24 saetan bi şev û roj û bi awayekê berdewam û bênavber elektrîka giştî heye.
Projeya Ronakiyê ji hêla Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve di Cotmeha 2024an de hat ragihandin û armanca wê ew e ku, heta dawiya sala 2026ê elektrîk 24 saetî ji bo hemî mal û cihên bazirganî li Herêma Kurdistanê dabîn bike.
Elektrîka Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û Rêveberiya Serbixwe ya Soranê herduyan li roja Pêncşemê (30ê Cotmeha 2025ê) di çarçoveya Projeya Ronakiyê de bû 24 saetî.
Herwesa pêştir elektrîka parêzgeha Helebçeyê jî di açrçoveya Projeya Ronakiyê de bi temamî bûbû 24 saetî, ku ew yekane parêzgeha Herêma Kurdistanê û Iraqê bû bûye xwediya elektrîka 24 saetî.
