Qamişlo: Buhabûna pêdiviyên dibistanê ji bo malbatan bûye barekî giran

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gel destpêkirina sala nû ya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê, malbat û xwendekarên li bajarê Qamişlo ji ber bihabûna kelûpel û pêdiviyên dibistanê rûbirûyî zehmetiyên mezin dibin. Rewşa aborî ya dijwar û bilindbûna nirxan bûye sedem ku tevgera li bazaran kêm bibe û gelek xwendekar nikaribin pêdiviyên xwe yên serekî jî bikirin.

Li bazara Qamişlo, di rojên amadekariya ji bo vekirina dibistanan de, rewş ne wek salên berê ye. Ji ber bilindbûna nirxê kelûpelên xwendinê yên weke çente, pênûs û defteran, gelek malbat nikarin pêdiviyên zarokên xwe peyda bikin. Ev yek ne tenê barekî aborî yê giran li ser malbatan çêdike, lê di heman demê de bandoreke neyînî li ser derûniya xwendekaran jî dike.

Xwediyê dikaneke firotina kelûpelên dibistanê Welat Cûma diyar dike ku îsal bazara wan gelekî lawaz e û sedema wê jî bi du faktoran ve girê dide.

Welat Cûma dibêje: "Rewşa aborî ya miletê me dijwar e. Herwiha, gelek dibistan bûne dibistanên taybet û dibistanên bêpere nemane. Ev yek jî barekî zêde dixe ser milê malbatan û ew nikarin hem heqê dibistanê û hem jî lêçûna kelûpelan bidin." 

Cûme herwiha destnîşan dike ku her çend kelûpelên bi bihayên cuda (erzan, navîn û biha) hebin jî, malbat di kirîna yên herî erzan de jî zehmetiyan dikişînin.

Xwendekar jî ji vê rewşê bi gazinc in. Xwendekarê bi navê Alan Ehmed dibêje ku îsal rewş ji salên borî gelekî cudatir e.

Alan dibêje: "Îsal ne wek par û pêrar e. Wê demê kelûpel erzan bûn, lê îsal gelek biha ne. Rewşa me ya giştî rê nade ku em tiştên biha bikirin. Em nikarin li gorî dilê xwe kelûpelên ku em dixwazin hilbijêrin."

Rewşa aborî ya xirab, nebûna piştgiriya rêxistinên navdewletî yên weke UNICEF di van salên dawî de, û bilindbûna nirxan li Rojavayê Kurdistanê bûye sedem ku perwerde jî bikeve bin barekî giran û bibe cihê fikaran ji bo paşeroja nifşekî nû.

 
Fly Erbil Advertisment