Kevirê bingehîn ê bingeheka tenduristiyê li Daretûyê hat danan

Omêd Xoşnaw
Omêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Hewlêrê îro kevirê bingehîn ê Bingeha Tenduristiyê ya Elî Hesen Simaqeyê li taxa Jîna Nû ya bajarkê Daretûyê yê parêzgeha Hewlêrê ragihand.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Duşem, 10ê Mijdara 2025ê) di konferanseka rojnamevanî de danana kevirê bingehîn ê Bingeha Tenduristiyê ya Elî Hesen Simaqeyê li taxa Jîna Nû ya bajarkê Daretûyê yê parêzgeha Hewlêrê ragihand.

Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku, ev proje bi xerciya 3 milyar dînaran li ser rûberê 10 hezar metrên çargoşe tê çêkirin. Wî spasiya tîma endezyariyê ya Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hewlêrê jî kir, ji ber çavdêrîkirina vê projeyê, herwesa destxweşî li Şaredariya Daretûyê û tîmên din jî kir ji ber bizavên wan di dabînkirina erdê ji bo vê projeyê de.

Omêd Xoşnaw tekez jî kir ku, ev proje di çarçoveya girîngîdana kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sektora tenduristiya giştî de ye. Amaje jî da ku, hikûmetê di vê demê de ji bo vekirin û nûjenkirina bingeh û navendên tenduristiyê bizaveka zêde kir da ku xizmetên hejî ji welatiyan re peyda bike.

 
Fly Erbil Advertisment