Parêzgarê Dihokê: Dengdan ji bo parastina mafên me erk û maf e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê bang li xelkê Kurdistanê kir, bi coş û kelecan biçin ser sindoqên dengdanê da ku pêgeha Kurdan li Bexdayê bihêz bibe.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 11ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, "Weke her takekesekî Kurdistanê, beşdarbûna di dengdanê de hem erk e û hem jî maf e. Bi baweriya me, weke Kurdistan em dixwazin bi rêya vê dengdanê ji wê zilm û stema ku li xelkê Kurdistanê tê kirin rizgar bibin."

Parêzgarê Dihokê herwiha tekez kir, ji bo parastina mafan, divê Kurd li Bexdayê bihêz bin û wiha axivî: "Eger em bixwazin li Bexdayê bihêz bin û mafên me parastî bin, divê em bi erka xwe rabin. Ji ber vê yekê, ez bang li hemû xelkê Kurdistanê dikim ku wê erka li ser milê xwe bi cih bînin û bi coş û kelecan beşdarî prosesê bibin ji bo bidestxistina mafên xwe."

Îro li seranserê parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê proseya dengdana giştî ji bo hilbijartina endamên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê birêve diçe. 

Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêr mafê dengdanê hene, ku ji vê hejmarê zêdetirî 2 milyon û 800 hezar dengdêr li Herêma Kurdistanê ne.

Navendên dengdanê ji saet 07:00ê sibê ve hatine vekirin û biryar e proseheta saet 18:00ê êvarê berdewam bike. Hemû navend ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên parastin û Komîsyona Hilbijartinan jî bi rêya kamerayan çavdêriya proseyê dike.

 
Fly Erbil Advertisment