PCS’ê li Stenbolê çalakiya “Sêva Mêxekrêj” lidar xist
Stenbol (K24) – Yek ji çanda kevnar a Kurdî Sêva Mêxekrêj ku sembola evîn û aşitiyê ye li nav ciwanên bakurê Kurdistanê jî belav dibe û ev çand bi çalakiyên cûrbecûr tê parastin. Li ser vê yekê çalakiyek jî li Weqfa Çanda Kurdî ya li Stenbolê bi rê ve çû. Yên dergistî ne, sêvên xwe li wir dan hevûdu. Lê yên dergistî nînin sêvên xwe birin malê û heta dema pêşkêşkirina nesîbê wê hat.
Hinek ji wan bo hevala xwe hinek ji wan bo welatê xwe sêvan qerenfîl dikin. Platforma Ciwanên Serbixwe PCS, bi çalakiyekê yek ji çanda kevnar a Kurdî Sêva Mêxekrêj ku remzê evîn û aşitiyê ye anî bîra me. Jixwe armanca çalakiyê jî mayîndekirin û parastina vê çandê ye.
Ev çand di salên dawî de li nav ciwanên Kurd de bûye diyarde bi taybet di roja xweşdiviyan de. Lê çalakvana diyar a PCSê hişyar dike, ji ber ku sêva mêxekrêj çandeke Kurdî ye û ji roja xweşdiviyan kevnartir û watedartir e nabe taybet be tenê bi rojekê û her dema pêwîst mirov dikare sêvan bi qerenfîl bike.
Yên dergistî ne, sêvên xwe li vir dan hevûdu. Lê yên dergistî nînin sêvên xwe birin malê û heta dema pêşkêşkirina nesîbê wê hat.
Sêva Mêxekrêj di koka xwe de her çend çandeke rojhilat û başûrê Kurdistanê be, di salên dawî li parçeyên din ên Kurdistanê jî belav bûye. Di sala 2013ê de ji aliyê Desteya Geştûgûzariyê ya Wezareta Pîşesaziyê ve wekî remzeke Kurdî hatiye tomarkirin.
