Abdullah Ocalan: Pêwîst e Sûriye bibe welatekî demokratîk

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Komîsyona Pêvajoya Aştiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît hûrgiliyên nû derbarê dîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo paşeroja Sûriye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît îro 5ê Berçile di hevpeyvîneke ligel malpera T24ê de ragihand, Ocalan daxwaza hilweşandin an çekdanîna HSDê (mîna PKKê) nekiriye. Li gorî gotina Koçyîgît, Ocalan pêşniyar kiriye ku HSD neyê hilweşandin, lê bibe du beş:

1- Beşek tevlî nav refên Artêşa Sûriyeyê bibe.

2- Beşa din jî li herêmê bimîne û sînor û navçeyan biparêze û girêdayî Wezareta Navxweyî be.

"Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed min guhdarî dikin"

Gulistan Kiliç Koçyîgît amaje bi wê kir, di hevdîtinê de Ocalan behsa pêwendiya xwe ya bi Rêveberiya Xweser re kiriye. Ocalan navê Fermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Ofîsa Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed aniye ziman û gotiye: "Ew guh didin min û min girîng dibînin."

Her wiha Ocalan daxwaz kiriye ku derfetên pêwendiya wî ya bi rêveberiya Rojava re bên zêdekirin daku bikaribe rolê xwe di pêvajoyê de bilîze.

Koçyîgît da zanîn, Ocalan giringiyeke taybet dide demokratîkbûna Sûriyeyê û gotiye: "Li gorî nêrîna Ocalan, eger Sûriye nebe welatekî demokratîk, Serokê Qonaxa Veguhêz Ehmed Şera jî dê bibe dîktator û dîktatorî dê careke din vegere Sûriyeyê."

Ev di demeke de ye, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî beriya çend rojan di peywendiyeke ligel Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack de, pabendbûna xwe bi "lezgînkirina yekgirtina HSDê ligel dewleta Sûriyeyê" nîşan dabû.

Çend xalên sereke yên Rêkeftina 10ê Adarê:

- Yekxistina saziyên medenî û serbazî yên HSDê di nav saziyên dewletê de.

- Parvekirina dahata petrolê.

- Birêvebirina hevbeş a deriyên sînorî û Firokexaneya Qamişloyê.

- Naskirina mafên pêkhateya Kurd di çarçoveya Sûriyeyê de.

Her wiha hat ragihandin, Wezareta Derve ya Sûriyeyê ligel aliyên Amerîkî û Tirk li ser bicihanîna vê rêkeftinê li hev kirine.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment