Elî Husên: Hêza PDKê li Bexdayê, hêza Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê Elî Husên ragihand, bihêzbûna PDKê tê wateya bihêzbûna Herêma Kurdistanê li Bexdayê. Husên spasiyeke taybet pêşkêşî welatiyên Silêmaniyê kir û tekez kir ku PDKê armanca xwe ya derbaskirina milyonek dengî pêk aniye.

Elî Husên îro 12ê Mijdarê di daxuyaniyekê de got: "Proseya dengdanê bi awayekî gelek aram û demokratîk birêve çû. Em spasiya welatiyên Kurdistanê, bi taybetî xelkê Silêmaniyê dikin. Rêjeya beşdariyê li Herêma Kurdistanê, li gorî parêzgehên din ên Iraqê, gelek bilind bû û ev jî baweriya gelê me bi prosesa siyasî nîşan dide."

Husên pîrozbahî li hemû berbijêrên serketî kir û hewldanên endam û alîgirên partiya xwe bilind nirxand. Wî bi taybetî spasiya xelkê Silêmaniyê kir ji bo piştgiriya wan a ji bo serxistina lîsta 275 a PDKê û got: "Serkeftina berbijêrên me û yên aliyên din jî em weke serkeftina Kurd û Kurdistanê dibînin."

Berpirsê PDKê destnîşan kir jî, peyama Serok Barzanî û serkirdatiya PDKê ew bû ku bigihîjin zêdetirî milyonek dengî û got: "Bi rastî jî gelê Kurdistanê bersiv da vê peyamê û PDK bi komkirina zêdetirî milyonek dengî, bû partiya yekem li ser asta Iraqê." 

Herwiha Elî Husên rexne li yasaya hilbijartinê girt û got: "Eger yasaya hilbijartinê nebe asteng û Iraq yek bazneya hilbijartinê bûya, bêguman hejmara kursiyên PDKê dê du qat zêdetir bûya."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Elî Husên tekez kir ku bihêzbûna PDKê dê rasterast xizmeta bihêzbûna pêgeha Kurd li Bexdayê bike. Herwiha got: "Em hêvîdar in ku ev encam bibin bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkên me yên bi Bexdayê re, weke mijarên budceyê, yasaya petrol û gazê, û çarenivîsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, herwiha cîbicîkirina madeyên destûrî." 

Proseya dengdana giştî duh 11ê Mijdarê, li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê bidawî bûbû. Tê payîn ku Komîsyona Hilbijartinan îro êvarê encamên berahî yên fermî ragihîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment