Li Zanîngeha Bogaziçiyê Şevbihêrka Dengbêjan hat rêkxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li yek ji zanîngehên herî diyar û mezin a Tirkiyeyê Zanîngeha Bogaziçiyê ya Stenbolê şevbihêrka dengbêjan hate çêkirin û çîrok û kilamên sedan salan a Kurdî, hol û korîdorên wê zanîngehê hejandin. Hem dengbêj hem jî xwendekar ji vê dîdarê gelek keyfxweş in û hêvî dikin çi astengî li pêşiya çand û zimanê Kurdî nemîne û çalakiyên bi vî rengî her zêdetir bibin.

Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçiyê, îsal jî wekî hemû salan şevbihêrka dengbêjan çêkir û dengbêjên navdar Sebrî Agirî, Mihemedê Beyro, Mihemedê Agirî, Guloş Bêrtî, Xalîde û Evîn Sindî şeveka şox û şeng li gohdaran dan jiyankirin.

Armanc: Parastina Çand û Zimanê Kurdî

Organîzatorên çalakiyê diyar kirin ku armanca wan ew e ku pirekê di navbera kevneşopiya devkî û cîhana akademîk de ava bikin û vê mîrateya giranbiha bigihînin nifşên nû.

Sayîr Têxirî, yek ji organîzatoran, ji Kurdistan24ê re got: "Me xwest em xebateke berbiçav bikin. Bi taybetî li bajarekî weke Stenbolê ku bi milyonan Kurd lê dijîn, girîng e ku em çand û zimanê xwe biparêzin û nehêlin nifşên nû ji rehên xwe dûr bikevin. Em hêvîdar in ku çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin."

Xwendekar û ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Xwendekarekî beşdar got: "Atmosfereke gelek bi coş bû. Me di çavên xwendekaran de ronahî û di tevgerên wan de dilnizmî dît. Kêfxweşiyek e ku mirov çanda xwe ya kevnar li vir bibîne û bibihîse."

Xwendekareke din jî bal kişand ser girîngiya lidarxistina çalakiyên bi vî rengî di saziyeke akademîk de û got: "Ez gelek kêfxweş bûm ku min li Zanîngeha Boğaziçiyê dengê Kurdî bihîst. Em hêvî dikin ku çalakiyên wiha yên li ser çand û hunera Kurdî zêdetir bibin."

Dengbêj keyfxweşbûn ku, çîrok û kilamên sedan salan a Kurdî li hol û korîdorên akademiyekê bilind dikirin.

Xwendekar û ciwan jî gelek keyfxweşbûn û hêvî dikirin çalakiyên li ser çand û hunera Kurdî zêdetir bibin daku hişmendiya netewî li nav wan bihêztir bibe.

 
 
Fly Erbil Advertisment