Pêşangeheke pirtûkan li Bokanê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, li hola çandî ya "Sîmurg", pêşangeheke pirtûkan hat vekirin ku bû cihê komîbûna gelek welatî, hunerdost, nivîskar û helbestvanan. Di pêşangehê de, ku salane çend caran tê lidarxistin, bi sedan pirtûkên nû û kevn, bi taybetî berhemên bi zimanê Kurdî û pirtûkên zarokan, hatin pêşandan.
Beşdaran pêşwaziyeke germ li pirtûkên nû kirin û tekezî li ser girîngiya xwendinê kirin. Nivîskar û rewşenbîrên ku beşdarî pêşangehê bûbûn, diyar kirin ku pirtûk çavkaniya herî girîng e ji bo bersivdana pirsan û avakirina civakeke zana.
Osman Nanak ku yek ji mamosteyên beşdar e got: "Di serdemekê de ku înternet û cîhana virtual xelk ji pirtûkan dûr xistiye, çalakiyên bi vî rengî dikarin bandoreke erênî li ser civakê bikin û mirovan vegerînin cîhana pirtûkan."
Helbestvan Qasim Nejarî jî pirtûk weke "hevalê dilsoz" bi nav kir û got: "Ez gelek kêfxweş im ku li Bokanê pêşangeheke wiha dibînim. Pirtûk hevalekî mirov e ku bi Farsî jê re dibêjin 'yarê mihrîban' (hevalê dilovan)."
Di çarçoveya pêşangehê de, pirtûkeke nû ya bi navê "Bertewnane" ya nivîskara Kurd Sara Salihî jî hat danasîn. Ev pirtûk komeleke helbestên folklorî yên Kurdî ye ku ji devê xelkê hatine berhevkirin.
Sara Salihî derbarê pirtûka xwe de got: "Peyva 'bertewnane' tê wateya wan stranan ku mirov ji bo xwe, ji bo hezkiriyên xwe, ji bo leşkeran an jî ji bo nexweşan dibêjin da ku dilê xwe rihet bikin. Armanca min ji vê xebatê ew e ku rê li ber windabûna van helbestên folklorî bigirim."
Di pêşangehê de, giringî bi pirtûkên bi zimanê Kurdî û yên zarokan hat dayîn. Çalakvanên çandî bang li mamoste û nivîskaran kirin ku piştgiriyê bidin nifşên nû û ji bo pêşxistina zimanê Kurdî bêtir hewl bidin.
Nivîskar Berwîn Nazirî got: "Ji bo ku zarokên me bi pirtûkan re aşina bibin, ev çalakî gelek girîng in. Pêwîst e em piştgiriyê bidin van gavan, ji ber ku zimanê me nasnameya me ye û divê em hewl bidin ku wê zindî bihêlin."
