Bergiriya Şaristanî ya Soranê haydariyê dide welatiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ragihand ku, ji ber pêşbîniyên keşûhewayê li Herêma Kurdistanê, îhtîmala hatina pêleka bihêz a baranê li deverê heye. Herwesa welatiyan haydar dikin ku, serdana deverên çiyayî nekin.
Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê îro (Çarşem, 15ê Mijdara 2025ê) li ser guhertinên keşûhewayê haydarî da welatiyên deverê ku, heke karekê bilez û pêdivî nebe, serdana deverên çiyayî nekin.
Rêveberiya navbirî amaje jî da ku, pêşbîniyên keşûhewayê amajeyê didin hatina pêleka baranê ya bihêz, lewma ji bo silametiya canê welatiyan, ji bo ku ji zirarên canî û madî dûr bin, radigîhin ku heke neçar nebin, di van rojan de serdana deverên çiyayî, gelî û dorên rûbaran nekin, xasma jî wan deverên ku her sal av lê kom dibe û lehî lê çê dibin.
Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî îro (Şemî, 15ê Mijdara 2025ê) ragihand ku pêşbînî tê kirin ku, asman nîv biewr û bibaran be, li piraniya deveran jî baran dê serxwe heta navincî be û ba dê li geliyan xurt be.
Amaje jî da ku, piştî nîvro li hin deveran baraneka bihêz û birûsk dê hebin, pêşbîniya barîna befreka kêm li deverên çiyayî yên sînorî jî heye û herwesa nimreyên germahiyê li gorî tomarên duhî dê kêmekê nizim bibin.
Eşkere jî kir ku, pêşbînî tê kirin ku sibe (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) asman dê biewr û bibaran be, li piraniya deveran jî baran dê serxwe heta navincî be û li hin dem û cihan jî baranên bihêz û birûsk dê hebin. Nimreyên germahiyê jî bi gelemperî dê nêzîkî tomarên îro bin.
