Taxeka bajarê Zaxoyê ji bo projeyeka geştyariyê tê xirabkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo avakirina projeyeka modern a geştyarî li ser çemê Xabûrî li bajarê Zaxoyê, Taxa Xabûrê ku wekî taxa Rîta tê naskirin tê xirabkirin û xwediyên 140 xanî û milkan bi rêya lijneyeke taybet tên qerebûkirin ku heta niha karûbarên 90 ji wan xanî û milkan hatine bidawîanîn.
Taxa Xabûrê ya Zaxoyê, ku wekî taxa Rîta tê naskirin, tê xirabkirin û li cihê wê giravek tê çêkirin. Ev 40 sal in ku Mamê Feteh li vê taxê akincî ye. Tevî ku ew dilgiran e ku dê ji cihê bîranînên zaroktiya xwe bar bike jî, lê ji ber berjewendiya giştî amade ye ku bi qerebûyeka pêdivî ji bo çêkirina projeyeka geştyarî li vê taxê dest ji xaniyê xwe berde.
Xwediyên milk û xaniyên vê taxê tenê daxwaza qerebûya xwe dikin, li gorî asta pêdivî ya milkên xwe, daku bikarin li cihekê dî bi wê qerebûyê xaniyekî bo xwe dabîn bikin.
Bi rêya Dadgeha Zaxoyê, lijneyeka taybet ya qaymeqamî û serokatiya bajarvaniyê ya xeminandina qerebûyê, hemî xwediyên xanî û milkan dê bên qerebûkirin. Rewşa kesên ku qerebûya wan têra kirina xaniyekî jî neke li pêş çav hatiye wergirtin.
Di qonaxa yekê de, 140 xanî û parçeyên erdî ji bo Serokatiya Bajarvaniya Zaxoyê dê bên vegerandin. Ji vê hejmarê jî, karûbarên 90 milk û xaniyan bi dawî hatine ku dibe 65% ku mijara vê taxê hatibe bidawîanîn.
Ji bo zêdetir giringîdana bi kerta geştyariyê, ev tax dê bê xirabkirin û projeyeka modern a geştyariyê wekî parek ji Kornîşê Zaxoyê yê Geştyarî dê li cihê wê bê avakirina, lê heta ku xwediyên xanî û milkan neyên qerebûkirin, ev tax nayê xirabkirin.