Xalid Ebas: Bilindtirîn rêjeya tevlîbûna dengdanê li Dihokê hatiye tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Nivîsîngeha Dihokê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê tekez kir ku, rêjeya herî bilind a tevlîbûna di dengdanê de û heta rêjeya herî bilind a wergirtina kartên bayometrî jî li parêzgeha Dihokê bû.
Serokê Nivîsîngeha Dihokê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Xalid Ebas îro (Şemî, 15ê Mijdara 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Rêjeya tevlîbûna di dengdana ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê de li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê li Dihokê ya herî bilind bû ku gihîşt %76.7, û bilindtirîn rêjeya wergirtina kartên bayometrî jî her li wê parêzgehê bû.”
Xalid Ebas herwesa spasiya hemî dengder, aliyên siyasî û hêzên ewlehiyê kir, ji ber biserxistina pêvajoya hilbijartinan. Tekez jî kir ku, hemî alî li ser wê yekê hevnerîn in ku divê qanûna niha ya hilbijartinan li Iraqê bê guhertin, herwesa heke Parlementoya Iraqê jî niyeteka wesa hebe, bila raya komîsyonê jî werbigire.
Navbirî li ser sîstema pirbazineyî got: "Qanûna hilbijartinan û bicihanîna sîstema pirbazineyî partiyên siyasî neçar kirine ku hejmareka zêdetir a berbijaran pêşkêş bikin. Ji bo mînak li Dihokê, divê her aliyekê siyasî bi kêm ve çar berbijar heban û wan dikarî heta 22 berbijaran jî pêşkêş kiriban. Ev yek bû sedem ku aliyên siyasî ji bo bidestxistina zêdetir dengan zêdetir berbijaran destnîşan bikin. Ev hejmara zêde ya berbijaran jî bû sedema belavbûna dengan.”
Serokê Nivîsîngeha Dihokê ya Komîsyonê di derheqa kursiyên kotayan de jî got: "Awayê dengdanê xasma ji bo kursiyên kotayan pir tevlihev bû, ku pirsgirêk çê kirin. ji bo mînak, dengdêrekî li Besrayê dikarî dengê xwe bide berbijarekê kotayê li Dihokê û berevajî jî. Ev jî bû sedem ku gelek xeletî di pêvajoya dengdanê de çê bibin û nêzîkî 35 hezar dengan li parêzgeha Dihokê pûçbûyî hatin hesibandin.”
Xalid Ebas li dawiyê jî daxwaz kir ku, Parlementoya Iraqê bi hevahengiya şarezayên komîsyonê û rêxistinên civaka sivîl qanûna hilbijartinan biguherîne, da ku qanûnekê derxîne ku di berjewendiya hemî aliyan de be, ne tenê hin aliyên diyarkirî.
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê li roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) yanî du rojan şûnda li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.
