Projeya Rêya Kemerî ya Amêdiyê 75% temam bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Karkirin li ser projeya Rêya Kemerî ya derdora Amêdiyê berdewam e. Dirêjahiya vê projeyê nêzîkî çar kîlometreyan e û 2 milyar û 300 milyon dînar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jê re hatine terxankirin. Rêjeya karkirinê li ser vê projeyê gihîştiye 75% û biryar e heta dawiya îsal biqede û xizmeta welatiyan û geştiyaran bike.

Endezyarê çavdêr ê vê projeyê Gare Şaban ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ev proje nêzîkî qonaxa dawiyê bûye. Herwesa got ku, du hezar û 400 metre ji Rêya Kemerî temam bûne û 400 metre mane, herwesa li Dibistana Qubahanê jî 400 metre temam bûne û nêzîkî 300 metreyan jî mane.

Endezyarê çavdêr ê vê projeyê amaje jî da ku, ji vê projeyê tenê maye ku ber, ronahî û elektrîk bên danan.

Şûnwarnas Xalid Xeyat jî got: "Ev rê ji bo peyayan hatiye çêkirin û şûnwaran bi hev ve girê dide. Ew li dora Amêdiyê dizivire. Hûn dikarin gelek dîmenên xweşik bibînin ku we nedîtine, ji ber vê yekê jî ew dê bibe tiştekê balkêş û cihekê piyasekirinê û tiştekê pir xweşik e.”

Xalid Xeyat amaje jî da: “Di dema desthilatdariya melikan de, qesir li devera Amêdiyê hatiye çêkirin ji ber ku cihekê hûnik e û dîmenên gelek xweşik û rûbar û sûlav lê hene.”

Dirêjahiya vê projeyê nêzîkî çar kîlometreyan e, xerciya wê nêzîkî du milyar û 300 milyon dînaran e û ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye dabînkirin. Ev rê deverê ji bo geştiyaran balkêştir dike û dîmenên xweşiktir pêşkêş dike.

 
Fly Erbil Advertisment