Îran.. erdhejek li bajarê Şîrazê çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serê sibeha îro li bajarê Şîrazê yê başûrê rojavayê Îranê erdhejek bi pileya 3.4 li gorî pîvana Richterê çê bû.

Ajansa IRNAyê ya nûçeyan îro (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) li gorî ragihandina Navenda Erdhejzaniyê ya Zanîngeha Tehranê parve kiriye ku, erdhejek bi pileya 3.4 li gorî pîvana Richterê saet 5:51 ê serê sibeha îro li bajarê Şîrazê çê bûye.

Navenda wê erdhejê 15 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Şîrazê bû û piraniya şêniyên wî bajarî hest pê kiriye.

Heta niha tu agahî li ser zirarên canî û madî yên wê erdhejê nehatine ragihandin.

 
Fly Erbil Advertisment