Balyozê Koreya Başûr pesnê pêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê da

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Koreya Başûr li Iraqê kir, karê wî yê nû lê pîroz kir û pê re li ser çend mijarên girîng axivî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 17ê Mijdara 2025ê) pêşwaziya Balyozê nû yê Koreya Başûr li Iraqê Lee Joon-il kir.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî karê nû li Balyozê nû yê Koreya Başûr pîroz kir û bal kişand ser dostînî û têkiliyên kevin ên di navbera Herêma Kurdistanê û Koreyê de û piştgiriya tevahî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên dualî diyar kir.

Ragihandina navbirî amaje jî da ku, Balyozê Koreyê pesnê pêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê da û xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de tekez kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: “Balyozê Koreyê serkeftina hilbijartinên Parlementoya Iraqê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û ji ber bicihanîna projeyan û serkeftina reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo avakirina jêrxaneyeka aborî ya bihêz destxweşî lê kir.”

 
Fly Erbil Advertisment