Diyarbekir.. Bernameya çalakiyên 25ê Mijdarê hat aşkerekirin
Diyarbekir (K24) - Meclîsa Jinan a KESKê ya Şaxa Diyarbekirê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Pêşîlêgirtina Tundiya Ser Jinan aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku dê bi meş û daxuyaniyan heta 25ê Miijdarê çalakiyên cuda cuda werin lidarxisin.
Ji aliyê Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîqayên Kekdarên Gelemperiyê (KESKê) ve li Şaxa Sendîqeya Perwerdekaran a Şaxa Diyarbekirê bo 25ê Mijdarê Roja Pêşîlêgirtina Tundiya Ser Jinan a Gerdûnî daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Ew daxuyanî ji aliyê Rêvebera Meclîsa Jinan a KESKê Guneş Ozel ve hat xwendin û bal hate kêşan ku di sala 2024an de kêmanî ve 394 jin hatine kuştin û di 9 mehên pêşî yên îsal de jî 290 jin hatine kuştin û pirraniya van kuştinan jî di nav malbatan de rû dane.
Her wiha derbarê jinên xebatkar de jî bal hate kêşan ku di nava salekê de %45 ê jinên xebatkar rastî tundiyê hatine.
Di daxuyaniyê de bernameya çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Pêşîlêgirtina Tundiya Ser Jinan jî hat aşkerekirin, li gorî bernameyê dê di 18ê Mijdarê de bo jinên zindanî name werin şandin, di 19ê Mijdarê de li Cizîrê ber avahiya dadê çalakiyek were lidarxistin û dê doza destdirêjiyê ya ji 2019an ve didome were şopandin, dê di 22yê Mijdarê de serdana Dayîkên Şemiyê were kirin, di 23yê mijdarê de çalakiya geşta bi duçerxeyê were lidarxistin, di 25ê Mijdarê de jî dê Meşa Fînalê were lidarxistin.
