Serok Barzanî: Peymana Sykes-Picot aramî ji herêmê re neanî, divê em pirsgirêkan ji nifşên nû re nehêlin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Mijdarê li Dihokê, gotarek di vekirina şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) de, pêşkêş kir. Serok Barzanî ragihand, Peymana Sykes-Picot bûye sedema nearamiyê li herêmê û tekez kir ku siyaseta xweferzkirinê têk çûye û divê pirsgirêk neyên hiştin ji bo nifşên paşerojê.

Di destpêka axaftina xwe de, Serok Barzanî diyar kir ku korbend di demekî hestiyar de tê lidarxistin û got: "Li Rojhilata Navîn qeyranên pir û metirsîdar hene. Em hêvîdar in ku ev corê korbendan bibin rê ji bo dîtina çareseriyê ji bo wan qeyranan."

"Gelên herêmê hîn jî ji ber Sykes-Picot dinalin"

Serok Barzanî amaje bi koka pirsgirêkên herêmê kir û got: "Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Peymana Sykes-Picot guherînên mezin li herêmê kirin. Ew sîstema ku di encama Peymana Sykes-Picot de derket holê, mixabin aramî ji herêmê re neanî, pirsgirêkên mezin afirandin. Heta niha jî gelên vê herêmê di bin destê vê peymanê de dinalin."

Herwiha bang kir û got: "Pêwîst e gelên vê herêmê bi awayekî cidî bifikirin ku pirsgirêk li ku ye. Eger em pirsgirêkan bibînin û niyet û vîn hebe, çareserî jî dê gelekî hêsan be."

"Berdewamkirina li ser şaşiyê tawan e"

Serok Barzanî siyaseta xweferzkirinê rexne kir û da zanîn, "Şaşîkirin tiştekî asayî ye, lê berdewamkirina li ser şaşiyê tawan e. Siyaseta xweferzkirinê ne li Iraqê û ne jî li ti welatekî din ê Rojhilata Navîn bi ser neketiye."

Serok Barzanî tekez kir jî, divê nifşên nû xwedî jiyaneke xweş û bextewer bin û got: "Ji ber vê yekê, nabe em wan pirsgirêkên ku niha hene, ji bo nifşên paşerojê bihêlin."

"Iraq li ser bingeha hevparîyê hate damezrandin"

Serok Barzanî da zanîn, "dewleta Iraqê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li ser bingeha hevparîyê hate damezrandin." Herwiha amaje bi Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an kir û got: "Di wê demê de madeyek hate nivîsandin ku tê de hatibû gotin, 'Kurd û Ereb di vê niştimanê de hevpar in'. Vê yekê hêzeke din da Iraqê û jîngeheke aram çêkir, lê mixabin ev jî bi ser neket." Serok Barzanî herwiha behsa Lihevkirina 11ê Adarê kir ku ew jî piştî demekê têk çû.

"Em aştîxwaz in û em tolê hilnadin"

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî tekez kir ku serkirdetiya şoreşa Kurdistanê tu carî derfetên aştiyê ji dest nedane û got: "Di salên 1963, 64, 66, 70 û 91ê de, her dema ku derfeta aştiyê hebûye, serkirdetiya şoreşê destê xwe jê re dirêj kiriye. Me weke Kurd selmandiye ku em aştîxwaz in. Ew tiştên ku bi serê me de hatine em ji bîr nakin, lê em tolê hilnadin."

Serok Barzanî cudahî xist navbera hikûmet û gelan û got: "Em baş dizanin ku biratiya me û Ereban û pêkhateyên din, ji wan kêşe û tawanên ku ji aliyê hikûmetan ve tên kirin, gelekî bilindtir e. Pirsgirêka bi hikûmetê re tiştek e, û biratî û dostaniya di navbera gelan de tiştekî din e."

"Piştî 2003an derfeteke zêrîn derket pêş"

Serok Barzanî bal kişand ser qonaxa piştî sala 2003an û got: "Piştî rûxandina rejîmê, derfeteke zêrîn ji bo me derket pêş. Me li ser sê bingehan pêngav avêtin: 'Hevparî, Hevsengî û Lihevkirin'."

Herwiha girîngiya Destûra 2005an destnîşan kir û got: "Di sala 2005an de destûra Iraqê hate nivîsandin, ku eger bi destûrên welatên cîran re were berawirdkirin, ya Iraqê gelekî pêşketîtir e."

Tê nûkirin..

 
 
Fly Erbil Advertisment