Nûnerê NY: Pêwîstiya Iraqê bi komek serkirdeyan heye ku kar bi arasteya çaksaziyê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo Iraqê, Dr. Mihemed Hessan, di Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) de gotarek pêşkêş kir. Hessan tekez kir ku Iraq ji 400 salên qeyranê westiyaye û bang kir ku divê şerê dahatû ne yê siyasî, lê yê zanist û çandê be.

Dr. Hessan axaftina xwe bi kêfxweşiya ji bo beşdarbûna li "beşa bedew a Iraqê ku Herêma Kurdistanê ye" dest pê kir û got: "Gelek caran behsa Rojhilata Navîn a nû hatiye kirin, lê divê em zanibin ku ti kes nikare Rojhilata Navîn rengîn bike, ji bilî gelê Rojhilata Navîn bi xwe."

Nûnerê NY bi awayekî tund rewşa Iraqê anî ziman û got: "Iraq ji qeyran, şer û aloziyan westiyaye. Em nêzîkî 400 sal in di bin dagirkerî û qeyranê de dijîn. 400 sal bes e!" Herwiha tekez kir ku êdî dema wê hatiye ku gelên herêmê bi aştî û diyalogê bijîn û bigihîjin xewnên xwe.

Dr. Hessan Iraq weke "dergûşa şaristaniyê" binav kir û got: "Êdî dema wê ye ku ev herêm vegere wê asta ku di rabirdûyê de hebû. Bêguman dahênan ji vir dest pê kir û çû herêmên din ên cîhanê." 

Lê belê Nûnerê NY hişyarî da ku ji bo vê yekê pêwîstî bi "komek serkirdeyên ku ji gelê xwe fêm bikin, ber bi çaksaziyê ve kar bikin û armanca wan a sereke rakirina Iraqê be" heye.

Di dawiya axaftina xwe de, Hessan bal kişand ser guherîna cewherê pevçûnan û got: "Şerê dahatû ne şerê siyasî ye, lê belê şerê zanist û çandê ye. Ev pêşbirkeke ber bi zanist, zîrekiya çêkirî û teknîka pêşketî ve ye." Herwiha bang kir ku divê bal ne tenê li ser siyasetê be, lê zêdetir li ser aborî û çandê be ji bo pêşxistina nifşên nû.

 
Fly Erbil Advertisment