Pêşangeha Tamên Herêmî ya Diyarbekirê bi beşdariya 172 kompaniyan berdewam e
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Pêşangeha Tamên Herêmî û Pisporiya Xwarinê dest pê kir ku ji gelek bajaran kompaniyên xwarinê bi xwarin û xurekên xwe yên taybet di pêşangehê de beşdar in. Pêşangeh dê 6 rojan bidome û îsal tê pêşbînîkirin ku ji 350 hezarî zêdetir welatî serdana pêşangehê bikin.
Pêşangeha Tamên Herêmî û Pisporiya Xwarinê ya Mezopotamyayê Ya 7. li Diyarbekirê deriyên xwe bo welatiyan vekir. Îsal di pêşangehê de ji 60 bajaran 172 kompaniyên xwarin û xurekan beşdar in. Di pêşangehê de kompaniyên beşdar xwarin û xurekên taybet ên herêma xwe bi pêşkêşiyên rengîn û taybet didin nasîn.
Beşdarên pêşangehê amaje dikin ku pêşangehên wisa dibin wesîle ku berhemên xwe bi awayeke berfirehtir bidin nasîn û bifiroşin û didin zanîn ku di pêşangehên Diyarbekirê de pirraniya berhemên xwe difiroşin.
Beşdarê Pêşangehê Temer Okyay ji K24ê re got: “Penîrê Wanê xwedî cihek taybet e û di taştê de gelek xweş e, penîrê Wanê 6 mehan dimîne binê erdê de, giyayên wek sîrik, helis û mendê nav de hene. Me 750 kîlo aniye vê pêşangehê ku em hemu berhemên xwe jî difiroşin.”
Diyarbekir wekî yek ji navendên xwarinê tê dîtin û ji ber wê giringiyek cuda bo pêşangehên Diyarbekirê tê dayîn ku sala borî 347 hezar welatiyan serdana vê pêşangehê kiribûn û îsal jî tê pêşbînîkirin ku hijmara serdêran ji 350 hezarî zêdetir be di pêşangeha ku pêşabaziyên xwarinê jî tê de tên lidarxistin de Qedayîfa Diyarbekirê jî ciheke girîng digire.
Hosteyê Qedayîfê Xetîp Taş dibêje: “Qedayîfa Diyarbekirê çima xweş e, qedayîfa Diyarbekir wek xelkê Diyarbekir e, ji ber wê xweş e. Pêşangehên wisa dibin wesîle ku yên me nas nekin jî bi me bihesin, esnaf sûdê ji pêşangehên wisa werdigrin.”
Tehîna Cizîrê, Beniya Mêrdînê, Qedayîfa Diyarbekirê, Hingivê Colemêrgê, Penîrê Wanê, Ecîna Ruhayê û ji gelek bajarên din tam û xwarinên cawaz dê heta 23ê Mijdarê bo welatiyan werin pêşandan.
