Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê: Sûdanî berbijarê me yê postê Serokê Wezîran e
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê ya Iraqê tekez kir ku, Mihemed Şiya Sûdanî yê serokê wê hevpeymaniyê yekane berbijarê wan ê posta Serokwezîrê Iraqê ye.
Endamê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê ya Iraqê Quseyî Mehbûbe li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsidiye: “Ev du meh in ez dibêjim ku Nûrî Malikî berbijarê Partiya Daweyê ye ji bo posta Serokwezîrê Iraqê.”
Wî Endamê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê herwesa got: "Em bang li aliyên di Çarçoveya Hevahengiyê de dikin ku, berbijarên xwe ji bo posta Serokwezîrê Iraqê rabigihînin, xasma jî ew aliyên ku 25 kursî an jî zêdetir di parlementoyê de bi dest xistine.”
Quseyî Mehbûbe amaje jî da: "Me, Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê, di hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê de yek milyon û 300 hezar deng bi dest xistine û me 46 kursiyên Parlementoyê hene.”
Navbirî tekez jî kir ku, yekane berbijarê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê ji bo posta Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye.
Encûmena Şûrayê ya Partiya Daweyê ya Îslamî jî her îro bi koma dengan biryar da ku, sekreterê giştî yê xwe Nûrî Malikî wekî berbijarê xwe yê fermî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir.
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê li roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) yanî du rojan şûnda li hemî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.
