Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, ahenga derçûyên Zanîngeha Selahedînê tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîmên ahenga gera 44ê ya derçûyên Zanîngeha Selahedînê îro (Yekşem, 23ê Mijdara 2025ê) tê kirin.
Birêvebirê Ragihandina Zanîngeha Selahedînê Saman Ebdilah duhî (Şemî, 22ê Mijdara 2025ê) di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sibe (Yekşem, 23ê Mijdara 2025ê), saet 16:00 li Yarîgeha Şehîd Franso Herîrî ya Hewlêrê, ahenga gera 44ê ya derçûyên Zanîngeha Selahedînê tê kirin.”
Saman Ebdilh herwesa da zanîn ku, di vê ahengê de bi giştî nêzîkî 7 hezar xwendekaran dê bawernameyên xwe werbigirin.
Hûrgiliyên hejmaran bi vî rengî ne:
- 1950 xwendekarên xwendina bilind (Master û PhD).
- 5032 xwendekarên qonaxa Bekaloryosê.
Zanîngeha Selahedînê yek ji mezintirîn û kevntirîn zanîngehên Herêma Kurdistanê ye, ku niha ji 17 kolêj û 90 pişkên akademîk pêk tê.
