Xemîs Xencer daxwaza civîna hêzên serkeftî dike

Xemîs Xencer
Xemîs Xencer

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê bang li hemî hêzên serkeftî dike ku, ji bo girîngiya yekrêzî û bizavên hemiyan ji bo helwesteka tevgir bicivin; herwesa endamekê wê hevpeymanîtiyê di wî warî de got: “Ew civîn tenê ji bo hêzên Sunî ye."

Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer li ser tora civakî ya Xê daxwaza civîneka hêzên serkeftî kir û nivîsiye: “Ji bo girîngiya yekrêzî û bizavên hemiyan ji bo helwesteka tevgir, em hemî bira û serkirdeyên hevpeymanî û partiyên serkeftî vedixwînin ku, em sibe ji bo nîqaşkirina mafên qonaxa bê bicivin.”

Di wê peyama Xemîs Xencer de hatiye ku, Sunî daxwaza dewleteka dadperwerane û baştirkirina jiyana wan dike.

Endamê Hevpeymaniya Siyadeyê Seyf Ezawî ji Kurdistan24ê re got: "Ew civîn tenê ji bo hêzên Sunî ye û nîqaş dê li ser destkeftiyên Suniyan di hikûmetê û pêvajoya siyasî de bên kirin.”

Ezawî herwesa got: “Posta Serokê Parlementoyê ji bo Suniyan e û heta niha tu aliyekî bi rengekê fermî kesek berbijar nekiriye, lê em bi berjewendiyên Suniyan re ne, di nav hêzan de kesek dê bi lihevkirinekê di navbera hêzan de bê berbijarkirin. Me vîto li ser tu kesekî nîne lê em tekezê li ser bicihanîna bingehên hevsengî, hevparî û hevdengiyê dikin, ku PDK daxwaz dike.

 
Fly Erbil Advertisment