Mesrûr Barzanî û Balyoza Holandayê berdewambûna reformên Wezareta Pêşmerge tekez kir

Mesrûr Barzanî û Janet Alberta
Mesrûr Barzanî û Janet Alberta

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Holandayê li Iraqê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên girîng kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 25ê Mijdara 2025ê) pêşwaziya Balyoza Holandayê li Iraqê Janet Alberta kir.

Di wê hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê Adrian Eiselstein jî tê de amade bû, Balyoza Holandayê tekez li ser pêşxistina têkiliyên dualî kir.

Balyoza Holandayê herwesa bal kişand ser hatina şandeka bazirgan û xwedankarên Holandayî jî, ku niha bi merema berdewamkirina têkiliyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re li Hewlêrê ne.

Di pareka din a nîqaşan de, herdu alî hevnerîn bûn ku piştgiriya yekkirina hêzên Pêşmerge û reformên têkildarî Wezareta Karûbarên Pêşmerge bidomînin.

Herwesa ji ber Roja Cîhanî ya Nehêlana Tundûtîjiya li dijî Jinan, herdu aliyan tekez li ser parastin û rêzgirtina li mafên jinan û têkoşîna li dijî hemî rengên tundûtîjî û cudakariyên li dijî jinan kir.

 

 
Fly Erbil Advertisment